Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bîlal Sambur: Tirkîye Washingtonê Wek Neyara Xwe Dibîne


Di dema rêvebirîya berê ya Amerîka de di navbera serokê Amerîka Donald Trump û serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan de têkilîyeke taybet hebû.

Hin pispor dibêjin ku piştî hatina Joe Biden ya ser seroktîya Amerîka, desthilata Tirkîyê jibo rêvebirîya nû hin gavan davêje.

Rêvebirîya Tirkîyê rexneyên xwe yên ser Amerîkayê, herî zêde bi piştgirîdana YPG’ê dide pêş û îdia dike Amerîka dixwaze Kurdistaneke mezin demezirîne.

Dr. Bîlal Sambur bawer dike ku Tirkîye Washintonê wek neyara xwe dibîne.

“Eva demek e ku têkilîyên navbera Tirkîyê û Amerîka gelek aloz in û bawerîya Tirkîyê bi Amerîkayê nemaye. Enqere dibêje ku abi lîkarîdana YPG’ê Amerîka dixwaze yekîtîya Tirkîyê xirab bike loma Washingtonê wek neyara xwe dibîne.”

Amerîka, mijara kirîna S-400an pirsgireke stratejîk dibîne. Tirkîye jî doza Halk Bank (Banqa Gel) û hebûna Fetullah Gulen li Amerîka du kêşeyên mezin in.

Sambur bi bîr dixe ku di dema Erdogan û Trump de pirsgirîkên heyî di rêya şexsî dihatin çareser kirin.

“Lê, niha bi Biden re ew kanala taybet nemaye. Wisa dixuye ku Amerîka wê di gelek mijaran de polîtîkayên tund bîne dijî Tirkîyê.”

ED_08_02_2021_B_Sambur
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG