Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pispor Dibêjin Bawerî bi Aborîya Tirkîyê Lawaztir Dibe


Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê (TUIK) rapora aborîyê ya meha Îlonê eşkere kir. Di vê raporê de endeksa bawerîya aborîyê 15.4 ji sedê daketîye xwarê û pêşbînî heye ku ev daketin dê Cotmehê de jî berdewam bike.

Endeksa bawerîya aborîyê heke ji 100’i bilintir be, tê wata başbûna rewşa giştîyê aborîyê. Ger di bin 100’î de be, wê gavê jî tê wateya nebaşî. Li gor vê raporê, hemû pêzanîn di bin 100’î de ne.

Turgay Turker
Turgay Turker

Aborîzan Turgay Turker dibêje ku sedemên vê encamê pir alî ne: sîyaseta navxweyî ya Tirkîyê, mijara Brunson, alozîyên navbera Tirkîyê û Amerîka û şerê berdewam li Sûrîyê.

“Berxwarînêr di demeke kurt de kirîna tiştan kêm dikin. Ew dem jî kirîyar pere xerc nakin û di berîkê xwe de digirin. Dîtinên vê raporê bi vê pêyvajoyê ve girêdayî ne.”

ED_09_28_2018_Aborî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:19 0:00

XS
SM
MD
LG