Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Perwerdeya li Tirkîyê Diçe Ku?


Li Tirkîye hin kes bi xem in ku sîstema perverdê paş ve diçe jiber ku Seroktîya Karên Olî ya Tirkîyê (Dîyanet Îşlerî Başkanligi) êdî li seranser welêt dibistanan vedike.

Dîyanet jibo zarokên di navbera 4-6 salî de bernameyên perwerdeya Quranê nû kir û zarok êdî wê perwerdeyê olî berî dibistanê bibînin.

Li gorî bernameya hînkirinê, zarokên di navbera 4-6 salî wê gotinên wekî "Xwedê ji we razî be, elhamdulillah, şukur” û pênc şertên Îslamê dê werin fêr kirin.

Dîyanet bi 130 hezar xwendekaran amade kirina perwerdeya olî dike. Dîyanetê xwest ku materyalên ku ji hêla mamosteyên pêşdibistanê yên Wezareta Perweryê tên bikar anîn, divê di van kursan de jî werin bikar bînin.

Ayşe Panuş
Ayşe Panuş

​Endama Sendîkaya Kedkarên Perwerdê û Zanistî (Egitim-Sen) Ayşe Panuş dibêje ku hikûmetê di salên borî de desthilat da Dîyanetê ku bikare li her derî dibistanan veke.

“Dîyanet sazîyeke olîye û dibistanên sazîyek olî nabe ku hebe. Bi van kursên Dîyanetê mixabin zarok di temenên biçûk de ti tiştan pirs nakin. Armanc ew e ku zarok bê pirs, hemû tişt qebûl bikin. Divê Dîyanet vegere mizgeftan û hemû propagandaya olî û perwerdeya olî were rakirin. Em perwerdeya sekûler (laîk) dixwazin.”

Panuş bawer dike ku hemî dibistan bi Wezareta Perwerdeyê (MEB) ve were girêdan jiber ku kesên perwerdeyê didîn ji psîkolojîya zarokan nizanin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00

XS
SM
MD
LG