Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Bilindbûna Nirxê Elektrîk û Gaza Xwezayî de Tirkîye li Ewrupa di Rêza Yekê de Ye


Li gor daneyên Ofîsa Statîstîkên Yektîya Ewrupa (Eurostat), di ev du salên dawî de li Tirkîyê blindkirina nirxên elektrîk û gaza xwezayî hatine çêkirin, Tirkîye li Ewrupayê di warê giranîyê de kiriye şampîyon.

Di wergirtina ser destpêka nîva salên 2019 û 2021 de li Tirkîyê buhayên elektrîkê sedan 47,4, gaza xwezayî jî sedan 42,3 bilind bûye. Lê di heman demê de li Ewrupayê di buhayan de daketin çêbûye.

Ofîsa Statîstîkên Yektîya Ewrupa radigîhîne ku, di nav du salên dawî de li 39 welatî, bes di 24 welatî de buha bilind bûye û di 15 welatî de jî buha daketiye.

Di warê bilindkirina buhayên elektrîkê de Tirkîye bi sedan 47,4 rêza yekemîn de ye. Li piştî Tirkîyê bi sedan 21,9 Polonya, sedan 20,8 Ukrayna tê.

Di lêkolînê de pirê wan di bin %10 de ye. Di nav vanan de jî li 10 welatan bilindbûna buhayan ji %5 kêmtir e.

Di warê bilindkirina buhayê gaza xwezayî de Tirkîye li Ewrupayê wek şampîyon tên nasandin.

Wezîrê Enerjîya Tirkîyê Fatîh Donmez bilindbûna gaza xwezayî û elektrîkê wek pirsgirêkeke dinyayê şanî dide. Donmez vê yekê jî wiha radigîhîne:

“Bi tevahîya dinyayê petrol, gaza xwezayî, komir, elektrîk û her wekî din buhayên enerjîyê û emtîa ango mal û tiştên ku tên firotin zêde bûye.

Ji hêla meha Îlonê li tevahîya welatên Ewrupayê, Tirkîyê bi buhayên herî kêm gaza xwezayî bikar tîne. Di elektrîkê de jî piştî Ukrayna û Sirbistanê di rêza sêyemîn de bi buhayên herî kêm Tirkîye cî digre.”

Lê, opozîsyana Tirkîyê vê daxuyanîya desthilatîyê rast nabîne û li gor opozîsyonê bilakis Tirkîye enerjîya herî bi buha bikar tîne.

Berdevkê CHP’ê Faîk Oztirak, di warê enerjîyê de daxuyanîyê desthilatîyê rexne kir û bergirîyên ku Ewrupayê girtîye wiha anî ziman:

“Elektrîk û gaza xwezayî bi buhayê herî zêde li Tirkîyê tê bikaranîn. Temaşe bikin Fransayê got emê buhayên gaza xwezayî bikin sabît. Îtalyayê got emê fatûrayên gel ya gaza xwezayî bi xwe bidin. Almanyayê got emê baca enerjîyê daxînin xwarê. Belçîkayê ji bo fatûreyên enerjîyê 760 mîlyon Euro veqetand. Çekyayê baca enerjîyê daxist asta sifirê. Lê li Tirkîyê ne bac tê xwarê û ne jî di vî warî de çaraserîyek tê çêkirin.”

Li gor stastîkên Tirkîyê enflasyon her ku diçe bilind dibe û kirîna hemwelatîyan jî kêm dibe.

Disa li Tirkîyê rêjeya kesên bêkaran sedan 25 tê dîyar kirin. Pêşî zivistan e. Welatî di nav gumanê de ne ku wê vê enerjîya giran çawa bikar bînin.

ED_03_11_2021_Zem_Gaz_Elektrik
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00

XS
SM
MD
LG