Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Tirkîye Bawerîya Rêjeya Enflasyonê ya Fermî Nake


Desteya Statîstîka Tirkîyê (TÛÎK) enflasyona salane û mehane ya Cotmehê eşkere kir û ragihand ku buhayê berxur ya salane %19.89, ya meha Cotmehê jî % 2,39 zêde bûye.

Endeksa buhaya hilberîna navxweyî ya salane % 46,31, ya meha Cotmehê jî % 5,24 zêde bûye.

Ev rêjeyên enflasyonê yên fermî li Tirkîyê di navbera opozîsyon û desthilatê de tim dibin sedemên nîqaşan.

Karbidestên hikûmetê zêdebûna enflasyone di asteke normal de dibînin. Ew dibêjin ku bilindbûna eflasyonê bi hin hewilên wan wê li ser kesên xizan û pêkhatên bi derfetên kêm nizimtir bikin.

Li gor opozîsyonê desthilata sîyasî van hejmarên TUÎK’ê diguherîne da ku hejmarên rastîn xuya nebin.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu li hemberî vê bilindbûnê bertêk nîşan de.

“Qaşo endeksa meha Cotmehê eşkere kirine. Yên ku diçin market û bazaran dizanin ku enflasyona wan % 40 e.”

Serokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî bilindbûna enflasyonê di axaftina gruba HDP’ê de şîrove.

“TÛÎK’ê rêjeya enflasyonê wek % 19.89 dîyar kir. Ev yek bi tena serê xwe rewşa aborîya Tirkîyê nîşan dide. Lê, em dizanin ku ev hejmarên ku têne dayîn, ne rast in jiber ku em tim di nav gel de digerin. Enflasyona qet wiha nabêjê û rastî du, sê qat ji van hejmaran zêdetir e.”

Di rojeva Serokê Giştî ya Partîya Dahatû Ahmet Davutoglu de jî ev rêjeyên enflasyonê hebû.

“Enflsayona salane li gor hejmarên TUÎK’ê ya berxûran % 19,89 e. Lê, rewşa rastîn birastî wiha ye? Çima ev hejmar her gav dernakeve ser % 19an, çima di bin sedan 20an de tê nîşandan. Di vê derê de bandoreke psîkolojîk heye. Temeşa bikin şîr û mast % 37 zêde bûye, hêk % 47, rûn % 59, kartol % 70 zêde bûye. Em dizanin ku enflasyona gel sê qat ji yê TUÎK’ê zêdetir e.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku TUÎK’ê endeksa buhayê berxur ya Îlona 2021ê wek %19.58, ya meha Îlonê jî % 1,25 zêdebûyî eşkere kiribû.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00

XS
SM
MD
LG