Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Tevî ku Nîrxê Lîrayê Bilind Bûye, Enflasyon Hîn Wek Berê Bilind E


Li Tirkîyê piştî ketina nirxê diravê bîyanî û mudexaleya Banka Navendî ya wî welatî ya li ser diravên bîyanî anku dovîzê, di van rojan de alternatîfa fînansa nû ya bi navê “Mevduata TL ya Endeksa Kurê” destpê kir.

Alîyê hikûmetê vê rêbaza çareserîyê wek gaveke girîn dibîne, lê hin aborîzan û opozîsyona Tirkîyê vê yekê wek xeterekîye ser aborîyê dinirxînin.

Aborîzan dîyar dikin ku bi daxistina nirxê dovîzê, kesên xizan du car zarar kirine.

Ew dibêjin ku kesên xudanê kêm dahatî, di destê wan de perê biyanî hindik be jî jiber vê yekê xizan ketine, ya duyê jî eflasyona Tirkîyê piştî daketina nirxê dovîzê nizim nebûye, lê hîn bilindtir bûye.

Parlamenterê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Vedat Demîroz dibêje ku daketina eflasyonê di nava du, sê rojan de pêk naye û divê bîragiştî heta du mehan bisekine.

Serokê Giştî yê Partîya Partîya DEVA’yê Alî Babacan vê sîstema nû ya bi navê “Mevduata TL ya Endeksa Kurê” wek şêlandina gel bi nav dike û dibêje ku zarara dewlemendên ku diravên xwe di bankê de radizînin, wê ji alîyê baca hemwelatîyan ve were dayîn.

“Helbet daketina nirxê dovîzê tiştekî baş e. Lê ya girîng ew e ku pêdivî ye em navekî rast bidin vê sîstemê. Desthilatî ji xizan û welatîyan bac digire û dide dewlemendan. Sîstema ku wan anîye ev e.”

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di her firsendê de radigîhîne ku ew dijî faîzê ne. Piştî daketina nirxê dovîzê, wî careke din dîyar kir ku ewê faîzê daxînin. Lê opozîyon dibêje ku ku sistema ku bi navê nû dîyar dikin jî bi xwe sîstemeke faîzê ye.

Serokê Giştî yê Partîya Memleket, Muharrem Înce Yekşema borî got ku niha cotkar nikarin cot bikin jiber ku tov buha ye, mazot buha ye, gubre buha ye.

“Binêrin jiber daxistina kura dovîzê çiqas şa dibin, lê mixabîn hemwelatîyên me hîn jî her tiştan bi buhayên herî giran dikirin. Çareserîya desthilatîyê ev e, tiştekî din di destê wan de tuneye.”

Hêjayî balkişandinê ye ku li Tirkîyê kura dovîzê dakeve jî, nîqaşên ser daketina dovîzê û bilindbûna eflasyonê wê hîn demeke dirêj bidome.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00

XS
SM
MD
LG