Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Enflasyon Gîheştiye Asta Herî Bilind ya 19 Salên Dawîyê


Ankara Food Bazar
Ankara Food Bazar

Sazîya Statîstîka Tirkîyê (TUÎK) ragihand ku di meha Berfanbarê 2021’an de enflasyona salane ya berxweran % 36,08 û ya hilberan jî % 79,89 e zêde bûye.

Li gor daneyên Sazîya Statîstîka Tirkîyê di sala 2002’yan hata vê demê, di nav 19 salên dawî de rêjeya herî bilind di nav sala 2021’an çêbûye.

Di nav endeksa giştî ya TUÎK’ê de 415 tişt hene û di nav vanan de buhayê 364 tiştan giran bûye.

Gor daneyan TUÎK’ê li gorî sala 2020’an tiştên ku di sala 2021’an de giran bûne bi rêz di gihandinê de % 53,66, di xwarin û vexwarinê û alkolê de % 43,80, di tiştên nav malê de jî % 40,95 zêde bûye.

Di nav sala 2021’an de bilindbûna enflasyonê ya herî kêm sedan 8,76 di gruba ragihandine de pêk hatîye. Li gor meha berê, herî kêm bilindbûn bi % 17,23 di perwerde de, % 20,02 vexwarina alkolîk û titûnê de û % 20,13 jî dikinc û pêlavan de çêbûye.

Gor daneyên TUÎK’ê di buhayên hilberînera de jî enerjîyê mora xwe lê daye. Di sektora maden û kevir de % 62,84, îmalatê de % 77,44, hilberîna elektrîk û gazê de % 117,14 û bidestxistina avê de jî % 33,99 zêde bûye.

Hem ji alîyê opozîsyona Tirkîyê û hem jî ji alîyê gel ve li ser daneyên TUÎK’ê gelek rexne hebûn ku ew sazî hejmarên rastîn naweşîne.

Lê, berî eşkerekirina TUÎK, li Tirkîyê hin sazîyan lêkolîn çêkiribûn û ev bendewarîya bilindbûna enflasyonê ya meha Berfanbarê % 29,59 dîyar kiribûn.

Lê vê carê rêjeya TUÎK’ê derket sar van bendewarîyan jî û sedan 36,08 hate eşkere kirin.

Li gor rêjeya TUÎK’ê Pisporên aborîyê dîyar dikin ku di dawîya sala 2021’an de tevî ku nirxê dîraba bîyanî nizim bûye jî, ew li ser daketina enflasyonê bandoreke erênî çênekiriye û di nav 19 salên dawî de enflasyon giheştiye asta herî bilind.

ED_04_01_2021_TUÎK_Enflasyon
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:35 0:00

XS
SM
MD
LG