Serokamarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pêşî li Stenbolê bi Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis re, dura jî li Enqerê bi Serokwezîrê Almanya Olaf Schotz re civîya.
Di her du civînan de jî şera ku di navbera Rûsyayê û Ukraynayê mijara serekî bû.
Serokwezîrê Yunanistanê Mitsotakis pêşî serdana Partrîkxaneya Rûm ya Fenerê kir û dûra jî li Koşka Wehdêtîn de bi Erdogan re civîya.
Civîna Erdogan û Mitsotakis ji çapemenîyê re girtîbû. Piştî hevdîtinê ji alîyê Serokatîya Ragihandina Serokomarîyê ve li ser vê hevdîtinê daxuyanîyek hate dayîn.
Di vê daxuyanîyê de hate gotin ku di hevdîtinê de li ser êrîşên Rûsyayê ku li ser Ukraynayê te tê çêkirin rawestîyane û di navbera Tirkîyê û Yunanistanê de jibo zêdekirana hevkarîyê û rastkirina têkilîyan gotûbêj çêkirine.
Di 14 Adarê de jî Erdogan bi Serokwezîrê Almanyayê Olaf Schotz re li Enqerê hevdîtinek kiribû.
Erdogan di pereskonferansê gotibû ku ewê di berdewamîya alîkarîya mirovî de piştgirîyê bidin Ukraynayê.
“Tiştê ku NATO nekir me dijî Rûsyayê kir û me piştgirîya xwe ya jibo Ukraynayê berdewam kir. Me di vê demê de 50 qamyon şandin Ukraynayê û emê şandina alîkarîyê didomînin.”
Serokwezîrê Almanyayê Schotz jî got ku ew li ser pirsgirêka Rûsya û Ukrayna, başkirina têkilîyên Almanya û Tirkîyê, Yekîtîya Ewrupa û Tirkîyê, pirsgirêkên koçberîyê û pênaberan, danûstandinê aborîyê û bazirganîyê rawestîe.
Schotz herwiha got ku Peymana Montro di şera Rûsya-Ukaryna roleke girêng dilîze.
“Li gor Montroyê, ji keştîyên şer re girtina tengavan em gelek girîng dibînin. Jibo vê jî ji Tirkîyê re spas dikim.”
Tirkîyê di rojên borî de ji Dengê Amerîka, Deutsche Welle û Euro News daxwaza lîsansê kiribû. Di vê civînê de rojnamevanekî Yunanî li ser vê xwestina lîsansê pirsek li Erdogan û Schotz kir û got, “Di vî warî de hin fikar hene ku daxwaza lîsansê dibe ku bibe sedama sansurê. Birêz Serokamar û Serokwezîr hun jibo vî dikarin çi bêjin?”
Erdogan bersîva vê pirsê neda, lê Schotz ev pirs bersîvand û wiha got: “Em piştgirî didin kanala Deutsche Welle. Ez ligel Serokomar jî peyîvîm. Em dixwazin ku ew weşana xwe bi awayekî serbixwe bikin. Armanca me jî ew e ku vê yekê pêk bînin.”