Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Leşkerên Yunanî ku bi Çewtî Derbazî Axa Tirkiyê Bûbûn, Hatin Girtin


Li ser sînorê nava Tirkiye û Yunanistanê li herêma Karagacê jiber mij û berfê du leşkerên Yunan rêya xwe hinda kir û bi xeletî sînorê Tirkiyê derbaz kir.

Lê, dadgeha Tirkiyê bawerî bi leşkeran neanî û birtara girtina her du leşkerên Yunan da û ew ji Girtîgeha Edirnê re hatin şandin.

Ajansên Tirkiyê dibêjin ku dadgeh, jibo vêkolîn bikin dest danîne ser telefon û flashkartên leşkeran.

Hate ragihandin ku navê leşkerên girtî Aggelos Mitretodis û Dimitros Kouklatzis in ku ku li qereqola Kastaniesê erkdar in.

XS
SM
MD
LG