Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yildirim: Dijminên Me Yunanistanê Wek Cîhekî Ewle Dibînin


Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim îro Înê got ku djminên welatê wî Yunanistanê wek cîhekî ewle dibînin.

Yildirim piştî nimêja înê ji nûçegîhanan re li ser peywendîyên navbera du alîyan şîrove kirin.

Wî got ku dijminên Tirkîyê xwe li Yunanistanê ewle dibînin jiber ku hikûmeta wî welatî wan diparêze.

“Helwesta Yunanistanê ya hember wan kesên ku Tirkîyê wek piştevanên darbeya leşkerî ya 2016'an dibîne, zarar dide peywendîyên dualî. Em qebûl nakin ku kesên ku di darbeya leşkerî de cîh girtine ji hêla Atna ve werin parastin.”

Peywendîyên her du andamên NATO di mehên dawî de li ser vê mijarê û çend giravokên li Derya Ege aloz in.

XS
SM
MD
LG