Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Girjîya Navbera Tirkîyê û Yunanistanê Dikare Bigiheje Asta Şerekî?


Gemîyên şerker yên Yunanî, Îtalî, Qibrisî û Fransî di hîndarîyeke hevbeû ya leşkerîyê de li rojhilata derya Sipî
Gemîyên şerker yên Yunanî, Îtalî, Qibrisî û Fransî di hîndarîyeke hevbeû ya leşkerîyê de li rojhilata derya Sipî

Dr. Abdullah Kiran: Ger Yunanistan Paşde Gav Nevêjê Dê Şer Derkeve

Girjî û alozîya navbera Tirkîyê û Yunanistanê ya li Rojhilata Derya Sipî kûrtir dibe û her du alî hevdu tawanbar dikin û gefan li hev dikin.

Wezîrê Bergirîya Tirkîyê Hulusî Akar got ku heke Yunanistan vê helwesta xwe bidomîne ewê zîyaneke mezin bibîne.

“18 girav ji alîyê Yunanistanê ve dijî peymana hatiye çek kirin. Ev jî alozîyê zêde dike û pêşî li dîyalogê digire. Heke Yunanistan wisa bike, ewê zarareke mezin bibîne.”

Wezîrê Karê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu jî li ser reqbûna li Rojhilata Derya Sipî, hişyarî da Yunanistanê.

Prof. Dr. Abdullah Kiran dibêje ku ger ev pirsgirêk bi rêya dîplomatîk çareser nebe, ewê derîyê krîzeke kûrtir veke.

“Dewletên Ewrupî nahêlin ku girjî û reqbûna navbera her du dewletan şerekî derxîne. Ger Yunanistan li Rojhilata Derya Sipî paş de gav nevêje dibe ku şer jî derkeve.”

Kiran bawer dike ku helwesta Amerîkayê di vê mijarê de nêzîkî Tirkîyê ye.

“Dîsa, têkilîyên Tirkîyê û Almanyayê jî di warê aborî de baş dixuyin. Ger ew neçar bimînin ku alîyekî bijêrin, ewê pişta Tirkîyê bigirin jiber ku di sîyaseta navdewletî di bingeha berjewendîyan de ava dibin.”

ED_14_09_2020_Tr_ Yun_A.Kiran
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:29 0:00

XS
SM
MD
LG