Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Me Peymana Wergirtina Penaberan ligel Atîna Cemidand


Hin leşkerên Tirk yên girtî li Yunanistanê (Arşîv)
Hin leşkerên Tirk yên girtî li Yunanistanê (Arşîv)

Ajansa Reutersê ji zarê Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Enqerê rêketina jinûve wergirtina penaberan bi Yunanistanê re pûç kir, piştî ku Atîna 4 leşkerên Tirk yên girtî azad kirin.

“Di navbera me de peymaneke jinûve wergirtina penaberan heye û me ew cemidand, lê peymana din ya ya penaberan ya bi Yekîtîya Ewrupa re hîn berdewam dike,” Cavusoglu got.

Çar leşkerên Tirk ku hatine berdan, piştî hewila darbeya leşkerî ya 2016’an revîbûn Yunanistanê û daxwaza mafa penaberî kiribûn,

Li gor peymana navbera her du dewletan, ku di 2001’ê de hatibû îmza kirin, Yunanistanê 1,209 hemwelatîyên dewletên cûrbicûr şandibûn Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG