Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Fermana Desteserkirina 400 Kesên ligel Gulen Peywendîdar Dide


(Arşîv)
(Arşîv)

Hikûmeta Tirkîyê îro Sêşemê biryara desteserkirina 414 karmendên artêşê da ku peywendîya wan bi darbeya leşkerî ya sala 2016’an heye.

Reutersê ji zarê Ajansa Anadolu ya dewletê ragihand ku di operasyonekê de 191 berguman li bajarê Îzmîrê hatine desteser kirin.

Ajansê da zanîn ku di operasyonên hemdemê de 160 kesên din li 22 bajarên cihê hatine desteser kirin.

Dozgerîya Stenbolê jî biryara desteserkirina 158 kes da ku di nav wan de endamên artêşê, dotor û mamosta jî hene û heta niha 86 kes hatine girtin.

XS
SM
MD
LG