Jibo hilbijartinê 31’ ê Adarê qedexaya anketan anku pirsnameyan destpê kir û yên herî dawî 21’ê Adarê de hatin weşandin.
Li gor piranîya anketan Îtîfaqa Mîlî ya navbera Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Îyî Partî serketî dîyar dibe. Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Saadetê jî li dervayê alîkarî didin Îtîfaqa Milî.
Rêvebirê kompanya MAK ya lêkolînê û anketan Mehmet Alî Kulak di lêkolînên xwe yê herî dawî de rêjeya dengê Îtîfaqa Gel (AKP-MHP) %38 nîşan dide. Ew jibo Enqerê jî dîyar dike ku Îtîfaqa Mîlî 4-5 puan li pêş Îtîfaqa Gel e.
Lê, rêvebira kompanya DÎ-EN ya lêkolîn û anketan Tacîre Baktaş, berevajîya piranîya anketên Îtîfaqa Gel li pêş Îtîfaqa Mîlî dibîne.
Baktaş di vê hilbijartinê de HDP’ê wek partîya kilît nîşan dide û dide zanîn ku li Rojavayê Tirkîyê îhtîmel e ku piranîya hilbijêrên HDP’ê dê nerin ser sindoqan.
“Hem Îtîfaqa Mîlî û hem jî Îtîfaqa Gel ser dengên HDP’ê hesaban dikin. HDP wisa dîyar dike ku dê alîkarî bide Îtifaqa Milî. Ev biryar ne biryara hilbijêrên HDP’ê ye, lê biryara rêvebirîya HDP’ê ye. Li Rojavayê Tirkîyê hilbijêrên HDP’ê bê namzet mane. Lê ev jî nayê wateya ku hemû herin ser sindoqan û deng bidin Îtîfaqa Mîlî.”
Baktaş bal dikşîne ku ger hilbijerên HDP’ê neçin ser sindoqan, hîngê Îtîfaqa Gel bi hêsanî dê serkeve.