Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Meha Rêbandanê de li Tirkîyê 4 Kes Hinda Bûn


Li Tirkîyê di meha Rêbendanê sala 2020’ê de 4 kes hinda bûn û heta niha ji wan ti agahî nehatiye girtin.

Bûyera yekê hindabûna Gulistan Doku ya li Dersîmê ye ku cara dawî di 5’ê Rêbendanê de hatibû dîtin. Dogu xwendekara Zanîngeha Munzurê ye heta niha ti agahî ji wê tuneye.

Di 9’ê Rêbendanê du kes jî li Colemêrgê hinda bûn û ji van kesan jî heta niha ti agahî peyda peyda nebûne.

Bûyera şaran ya hindabûnê li bajarokê Gebze ya Kocaelî qewimî û Mehmet Bal ê 23 salî li wê derê hinda dibe.

Bal ku ji bajarê Batmanê ye, diçe Stenbolê û ji wê derê jî derbazî Gebzeyê dibe, lê piştî çûyîna Gebzeyê careke din ji wî ti agahî nayê bihîstin.

Li gor daxuyanîya Komela Mafên Mirovan (IHD) Bal bi awayekî eşkere hatiye hinda kirin.

Navenda Giştî ya HDP’ê li ser van hindabûna dasthilatîya Tirkîyê hişyar kir û daxwaza dîtina wan kesan kir.

Abdulhakîm Daş
Abdulhakîm Daş

Serokê Platforma Komelên Başûr û Rojhilatê Abdulhakîm Daş, van hindabûnan tiştekî normal nabîne û xema xwe dîyar dike ku welat ber bî salên 1990’an ve diçe.

“Mehmet Bal ji bajarê Êlihê (Batman) ye û ew hembajarîyê min û hem jî nasekî min e. Dixwaze li Gebzeyê dostekî xwe bibîne, lê dû re ti agahî jî wî nayên girtin. Bal bixwe welatparêzek e û du kurê wî jî lî çîyê ne. Hindabûna wî qet nayê qebûl kirin.”

Daş, van hindabûna tiştekî asayî nabîne û ew dişibîne sîstema sala 1990’an.

“Di nav van çil rojên dawî de 4 kes hatin hinda kirin û ev ne tiştekî normal e. Jibo ku salên 1990’an de ji alîyên dewletê ve gelek kes hatin hindakirin. Bivê, nevê mirov dikeve nav şikê û dipirse gelo sîyaseta salên 90’ê careke din tê?”

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:24 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG