Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokerkanê Tirkîyê jibo Hevdîtinan li Îranê Ye


Akar û Baqirî li Enqerê
Akar û Baqirî li Enqerê

Serokerkanê Tirkîyê General Hulusî Akar çû Tehranê, ku tê ragihandin mijara referanduma Herêma Kurdistana Îraqê rojave serekî ya hevdîtinan be.

Serdana Akar heftekê berî serdana plankirî ya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan tê ku li ber e hefteya pêş pêk were.

Ajansên nûçeyan ya Îranî ragihand ku Akar îro bi hevtayê xwe yê Îranî, General Mihemed Baqirîkom bû û parastina sînorên her du dewletan û kêşeyên herêmî gotûbêj kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku referanduma Herêma Kurdistana Îraqê ku di 25’ê Îlonê de hatibû kirin, rastî dijberîyên tund yên Tirkîyê û Îranê hatibû.

Ajansa Tasnim ya nûçeyan ku nêzîk Pasdaran e ragihand ku Akar dê cîhanîna naveroka xalên lihevkirî yên li Enqerê bi Baqirî gotûbêj kir.

Tasnim bi berdewamî ragihand ku her di rêberên leşkerî herwiha mijara Sûrîyê, çerê dijî terorîzmê û ewlehîya tixuban nîqaş bikin.

XS
SM
MD
LG