Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Dibêje Ew Hewil Dide ku Amerîka Bihêle Ew Petrolê ji Îranê Bikirin


Berdevikê wezareta derve yê Tirkîyê Hamî Aksoy îro got ku ew hewil didin ku Amerîka qane bikin ku bihêle Tirkîyê bi berdewamî petrola xaw ji Îranê bikire.

Aksoy got ku sazîya Tupraş ku paqijkirina neftê dike, divê peywendîya bazirganî bi Îranê bidomîne û ew jî hewil didin ku ser wê mijarê Amerîka îkna bikin.

Îran yek ji hevkarên bazirganî ya Tirkîyê ye û beşeke girîng ji petrola Tirkîyê ji wî welatî tê kirîn. Aksoy got ku biryara Amerîka ya danana toleyan zarar digehîne hevkarêya herêmî.

Washingtonê tole li hember wan welatan ragihandibû ku petrolê ji Îranê dikirin, lê Tirkîye jî di nav de hêşt dewletan bo şeş mehan li dervayê wê biryarê hiştibû.

Rêvebirîya Amerîka roja Duşemê ragihandibû ku divê hemî dewlet heta 1’ê Gulanê dawî li kirîna petrola Îranê bînin.

XS
SM
MD
LG