Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yildirim: Tirkîye Dixwaze Derîyeke Nû ligel Îraqê Veke


Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim îro Înê ragihand ku ew dixwazin derîyeke nû ya sînorî bi Îraqê vekin da ku peywendîyên bazirganî yên ligel hikûmeta Bexda xurtir bikin.

Yildirim dîyar kir ku wan vekirina derbazgeha Ovakoy ya rojavayê derîyê Xabur ji Bexda re pêşnîyar kirine û ew niha li benda erêkirina wan in.

“Emê kêfxweş bin ku di sardana me ya Bexda de, vê mijarê ligel Serokwezîrê Îraqê, Heyder Abadî gotûbêj bikin.”

Yildirim hûrgilî neda ku sardana wî ya ji Îraq re kengî pêk were, lê got ku amadekarî hîn berdewam dikin.

Wî herwiha da zanîn ku Enqere dixwaze ku ligel Bexda hevkarîya aborî, berevanî ,ewlehî û sîyasî jî ekonomîk jî xurtir bike.

Hêjayî balkişandinê ye ku piştî referanduma Herêma Kurdistanê, Enqere hêrsbûneke tund li hember Kurdan nîşan daye û soza danan toleyên daye.

XS
SM
MD
LG