Federasyona Komelên Jinan Ya Tirkîyê (TKDF), daneyên 3 mehên dawî yên tundîya li ser jinan parve kir.
Ev daneyan ji serlêdanên jibo ‘’Xeta lez ya alîkarîyê ya gilîyan’’ ya federasyonê hatin berhevkirin.
Li 53 bajarên Tirkîyê serlêdan pêk hatin. Di van serlêdanan de gilîyên tundîya fizîkî û derûnî, serlêdanên jibo stargehan, û daxwaza piştgirîya hiqûqî jî di nav de hatin xwestin.
Seroka Federasyona Komaleyên Jinan ya Tirkîyê Canan Gullu daneyên 3 mehên dawî yên tundîya ser jinan nirxand.
Gullu dîyar kir ku sazîyên dewletê jibo pêşîgirtina tundîya dijî jinan bergirî û xebatan nakin.
‘’Dewletê di vê peyvajoyê de jibo bersivdayîna daxwazên jinan yên piştgirîyê de kêm ma. Ji xwe Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê jî dîyar kir ku di vê peyvajoyê de tundîya dijî jinan ji sedî 11 kêm bûye. Lê ev ne rast e. Sedema zêdebûna serlêdanan ya jibo federasyonê ewe ku dewletê di alîyê xebat û bersivdayînê de kêm maye.’’
Gullu bi berdewami got ku li gor daneyên heman mehên 2019'an tundîya fizîkî ya dijî jinê ji sedî 80 zêde bûye.
Gullu destnîşan kir ku di dema pandemîyê de bêkarî di nav jinan de jî zêde bûye û gavên jibo pêşîgirtina tundîya dijî jinan wiha bi bîr anî.
‘’Divê dewlet jibo jinan stargehan ava bike. Herwiha divê jinan li otel û wargehan bi cîh bike. Jiber zêdebûna bêkarîyê divê dewlet piştgirîya aborîyê bide van jinan. Dîsa jiber ku jin di vê peyvajoyê de jiber pandemîyê nekarîn biçîn dermanxaneyan, nekarîn dermanên jibo pêşîgirtina ducanîyê bigirin û kurtajê li nexweşxaneyan bike ev jî yek ji pirsgireke mezin e. Di sibşerojê de ev pirsgirêk wê zêdetir xuya bike.’’
Li alîyeke din Meclîsên Jinan jî di rojên borî de dîyar kirîbûn ku di dema vîrusa korona de ji 11 Adar’ê heta 20 Gulan’ê 51 jin hatin kuştin. Dîsa heman meclîsan dîyar kirin ku di 10 rojên Hezîranê de 10 jin hatin kuştin.