Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Gonul Gun Tundîya Ser Jinan li Tirkîyê û Rola Medyayê Dinirxîne


Tundîya ser jinê li Tirkîyê zêdetir dibe û di vê yekê de rola ragihandinê jî tê gotûbêj kirin.

Platforma Rawestandina Kuştina Jinan her meh binpêkirina mafên jinan dike rapor û diweşîne.

Li gor rapora platformê, di meha Tîrmehê de 36 jin hatine kuştin ku di nav wan de 11 jin bi awayê gumanbar mirî hatine dîtin.

Di meha borî de 417 jin serî li Platforma Rawestandina Kuştina Jina dane. Di nav wan jinan de % 22 ragihandine ku ji alîyên kesên fermî ve mafê wan hatiye binpê kirin û % 57 ji wan kesan polîs in.

Dîsa, % 27 jinên ku serî lêdane bûne armanca tundîya hevjînên xwe.

Gonul Gun
Gonul Gun

Di rewşeka wiha de desthilatîya Tirkîyê û medyaya serekî ya Tirkîyê peymana ku dijî tundîya ser jinê, li Stenbolê hatibû îmza kirin, kiriye mijara gotûbêjan.

Rojnamevan Gonul Gun bawer dike ku medya di kuştin û tundîya ser jinê de roleke neyênî dilîze.

“Medya Tirkîyê di bin bandora desthilata sîyasî de ye û bandor li ser gelek tiştan dike. Bivê, nevê di mijara jinê de jî bandora medyayê cîhekî girîng digire. Pir caran li gor helwesta desthilatê diçe û ser mesela jinê rewşeke neyênî derdixe pêş.”

Gun bal dikşîne ku medyaya opozîsyon tevî ku piştgirîya jinê bike jî, jiber tunebûna derfetan û bê organîzebûnê lawaz dimîne.

“Em çiqas medyaya opozîsyon îdealîze bikin jî, di kêşeya jinê de ew jî kêm dimîne. Ew hîn negîhîştiye asta pêdivî loma jî hember medyaya serekî ya bin kontrola desthilata sîyasî lawaz dimîne.”

ED_08_07_2020_Gonul_Gun_Tundî_Jin
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:56 0:00

XS
SM
MD
LG