Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Rewşa Karkeran Çawa Ye?


Tirkîye di bin qedexeya derketinê de pêşwazîya 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê dike.

Li Tirkîyê jibo pêşî li belavbûna vîrusa koronayê were girtin, ji 29’ê Nîsanê heta 17’ê Gulanê qedexeyên nû hatin ragihandin, lê di nav 19 rojan de karker û karmend dê li ser kar bin.

Li gor daneyên Rêxistina Kar ya Cîhanê (ILO) her sal li cîhanê 2 mîlyon û 300 hezar karker li ser xebatê dimirin anku di rojekê de 6300 karker canên xwe ji dest didin.

Li gor raporên Meclîsa Ewlehî û Saxlemîya Karkeran (ISIG) li Tirkîye jî her roj hejmara karkerên li ser kar dimrin, di navbera 3 û 8'an de ye.

Parlamanterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu li ser rewşa karkeran raporek amade kir.

Li gor wê raporê di nava 20 salên dawî de 26 hezar û 407 karker û karmend li ser kar mirine.

Rapor dîyar dike ku di nava sala 2020'an de 2447 karker jîyanên xwe hinda kirine ku ji wan 101 penaber in.

Di nav salekê de 861 karker û karmend jî ji nexwşîya COVID-19 mirine ku 367 ji wan xebatkarên saxlemîyê, 228 jî mamoste û xebatlarên perwerdeyê û yên ofîsan in.

Dîsa, di nava salekê de 177 hezar karker ji kar hatine derxistin.

Rapora CHP’ê nîşan dide ku di navbera salên 2013-2020'an de li Tirkîyê 502 karker xwe kuştine.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG