Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye jibo Pêşîgirtina Belavbûna Korona Biryarên Nû Dide


Hikûmeta Tirkîyê ragihand ku hejmara kesên bi vîrusa korona ketine bûye 18.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê, jibo agahdarkirina gavên pêşîgirtina belevabûna vîrusê, îro Duşemê nameyek hinart walîtîya 81 bajarên wî welatî.

Li gor biryara wezaretê, ji Duşemê pê ve hemî sînema, navendên pêşangeh û konsertan, holên dîlanê, meyxane, qehwexane, înternetkafe, navendên sporê, lunapark, hemam, navendên sporê, navendên şîn û sersaxîyê divê werin girtin.

Hikûmetê roja Înê jî biryar dabû ku hemî dibistan û zanîngeh bo du hefte werin daxistin û do Yekşemê jî bi fermaneke cuda hemî cîhên şahîgehên şevê yên pavyon, dîskotek û klubên şevên hatibûn girtin.

Rêvebirîya Karên Olî (Diyanet Işleri Başkanligi) jî biryarek dabû û ragihandibû ku heta xeterîya vîrusa korona derbaz dibe, ew li mizgeft û mescîdan navber didin nimêjên giştî.

Ji alîyê din ve, partîyên sîyasî jî navber didin civînên xwe yên parlamanê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:28 0:00


XS
SM
MD
LG