Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Pêketîyên Rojane yên Korona Giheşt 9500 Kesan


Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê ragihand ku pêkatîyên rojane ya vîrusa korona îro Pêncşemê giheşt 9,500 kesan ku ew ji hefteya seyê ya Gulanê vir ve rêjeya herî bilind e.

Wezaretê da zanîn ku di 24 saetên dawîyê de 9,586 pêketinên nû û 52 mirin hatine tomar kirin û bi bî awayî hejmara giştî ya mirinan giheşt 50,761.

Wezîrê Saxlemîyê Fahrettîn Koca ji ser Twitterê got ku di hefteyên dawîyê de rêjeya pêketinan pir billind dibe.

Li Tirkîyê jiber eyda qurbanê 9 roj behnvedan hatibû ragihandin û gelek kes herikîbûn deverên germ yên ber deryayê, bê ku rûberk û alavên din yên xweparastinê bi kar bînin û dûrbûna civakî biparîzin.

Dîsa, hikûmeta Tirkîyê bang li turîstên bîyanî kiribû ku jibo geryan û behnvedanê seredana wî welatî bikin.

Pisporên saxlamîyê dibêjin ku Tirkîye dikane rûbirûyê bahozeke nû ya pêketina vîrusa korona ya cureya delta.

Pispor hişyarî didin ku asta vaksînkirinê gelek nizim e û tenê % 26ê ji 84 mîlyon şenîya Tirkîyê, bi vaksînên Sinovac û Pfizer bi tevahî hatine vaksîn kirin.

XS
SM
MD
LG