Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Hejmara Mirinên ji Korona Bilindtir Dibe


Vîrusa korona di nav sê mehan de li hemû dinê belav bû û bandora wê li ser Tirkîyê xwe her roj zêdetir dîyar dibe.

Wezîrê Tendirustî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca do Çarşemê ragihand ku 63 kesên din jiber korona jîyanên xwe ji dest dane û hejmara giştî ya mirîyan gîheştîye 277 kesan.

“Heta niha li ser 106,779 kesan test hatine kirin û testên 15,679 kes pozîtîf derketine.”

Heta niha Tirkîyê nexşa nexweşîyên korona dîyar nedikir, lê Koca di ew nexşe jî ji bîragiştî re eşkere kir û ragihand ku nexweş û mirî herî pir li Stenbolê ye.

“Me heta niha navê bajaran dîyar nedikir ku li ku çend nexweş yan mirî hene. Niha dikarim bêjim ku vîrusa korona li hemû bajarên Tirkîyê belav bûye.”

Koca da zanîn ku li Stenbolê 8,852 kes nexweş 117 kes mirî, li Îzmîrê 853 nexweş 18 mirî, li Enqerê 712 nexweş 7 mirî, li Konyayê 584 nexweş 7 mirî, li Kocaelî 410 nexweş 8 mirî hene.

ED_04_02_2020_Korona_277
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:30 0:00

XS
SM
MD
LG