Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Mirinên Girêdayî Korona li Tirkîyê Bû 3 Kes


Fahrettîn Koca
Fahrettîn Koca

Li Tirkîyê bandora vîrusa korona zêdetir dibe û cara yekê roja Çarşemê zilamek jîyana xwe ji dest dabû.

Wezîrê Tendirustîyê Fahrettîn Koca îro ragihand ku îro du kesên din jîyana xwe ji dest dan û bi tevahî 3 hemwelatî jiber vîrusa korona mirine.

Hewilên hikûmetê yên bergirîya berfirehbûna korona bi guman tên şopandin û vegera 21 hezar kesên ku ji Umrê vegerîne, krîzê kûrtir dike.

Li gor Wezîrê Hindur Suleyman Soylu niha 9, 800 kes di bin karantîna de ne.

Piştî ragihandina sê mirinên girêdayî korona, li Tirkîyê kolan û navendên kirîn, firotinê betal bûne û gel vekişîye malên xwe.

Berevajîya daxuyanîyan fermî, rêxistinên saxlemîyê qeyrana vîrusa korona hîn xirabtir dibînin û gumana xwe hember hejmarên fermî radigîhînin.

ED_03_19_2020_Korona.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:22 0:00

XS
SM
MD
LG