Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pispor Dibêjin ku Korona Pîskolojîya Gelê Tirkîyê Têk Biriye


Li Gor Lîkolînan Nexweşiya Covîd-19 Gel Nebextîyarî Kirîye

Ev sê meh in ku li Tirkîyê gelek kargeh hatine girtin û gelek deman jî derketina kolanan hate qedexe kirin.

Piştî civîna kabîneyê, hikûmeta Tirkîyê ragihand ku di 1 Hezîranê de wê piranîya qedexeyan rabin û kargeh jî vebin.

Tevî ku qedexe hêdî hêdî radibin jî, di nav sê mehên dawî de nexweşîya Covîd-19 li ser derûnîya mirovan bandoreke neyînî vedaye.

Kompanîya Gîrîşîm Araştirma xebateke bi navê “Lêkolîna Bandora Covîd-19 ya Ser Civakê/Gulan 2020” amade kir.

Li gor vê lêkolînê, di dema karantînayê de yên ku ji jîyana xwe pir dilşad in % 5.0, yên dilşad in %16.1, yên qet nedilşad in %26.9, yên nedilşad in %19.7, yên nedilşad û ne jî nedilşad in %33.3 in.

Dîsa, kesên ku derûnîya wan xirab bûye di rêjeya %39.6 de tê ragihandin. Ew kes bandora vê nexweşîyê li ser xwe wiha dîyar dikin:

%67.3 xwe ji hawirdora civakî dûrxistî dihesibînin, %37.9 têkilîyên malbatî zêdetir kirine, %24.2 ji bo xwe zêdetir dem veqetandine, %16.05 karê xwe hinda kirine, %11.7 tendirustîya wan xirab bûye, %7.6 qet neketine bin bandorê, yê din jî %1.3 tê dîyar kirin.

Derûnîzan Berîvan Zînzal dibêje ku bandora Covîd-19 di warê derûnîyê de li her welatî cûda cûda xwe nîşan daye:

“Ev rêje tabloyeke zêde neyînî nîşan nadin. Bi nêrîna min di warê derûnî de rêjeyên rastîn zêdetir in. Jibo ku jîyana mirovan ya asayî çû, aniha jîyaneke ne asayî hat. Ev jî bêguman derûnîya mirovan pirtir têk dibe.”

Zînzal dide zanîn ku dirêjbûna vê demê li ser derûnîya gel de nexweşîyên berpêyên panîk û xirabûna hestan çêdike.

“Ev nexweşîya korona berî her tiştî azadîya her kesî ji destê wan girt. Bi alîyekî din, di warê civakî de her tişt tevlihev bû û ser mirovan nexweşîya berpêyên panîk û xirabûna hestan çêdike.”

ED_05_29_2020_Korona_Derûnî
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:19 0:00


XS
SM
MD
LG