Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîr Koca: Ji Sedî 60 Pêketîyên Korona li Tirkîyê li Stenbolê Ne


Li Tirkîye li gor agahîyên Wezareta Saxlemîyê hejmara pêketîyên vîrusa korona giheşt 117.589’an û hejmara mirîyan jî bû 3.081.

Dîsa li gor heman daneyên wezaretê 44.022 pêketîyên vîrusa korona jî ji nexweşîyê rizgar bûne.

Wezîrê Saxlemîyê yê Tirkîye Fahrettîn Koca jî daxuyanîyeke ser rewşa dawî da. Koca da zanîn ku di nav welatên Ewrupa de rêjeya mirîyan ya herî kêm li Tirkîyê ye. Bi vê rêjeyê Tirkîyê li cîhanê jî di rêza 80’an de cîh digire.

Koca, di domandina axaftina xwe de dîyar kir ku ji 60 ji sedî pêketîyên vîrusa korona li Stenbolê ne.

“Heta niha ti tebdîrên cuda jibo Stenbolê nehatiye standin. Hejmara pêketîyên vîrusa korona nezîkî sedî 60 li Stenbolê ne. Ew bajar ne wek Wuhan ne jî wekî Ewrupa yan jî eyaleteke Amerîka ye. Nezîkî 20 mîlyon kes li Stenbolê dijîn”.

Koca got ku li hemberî vê rêjeya zêde belavbûna vîrusa korona hatiye kontrol kirin û hejmara pêketî û mirîyan jî nehatine veşartin.

Lê, Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) jî destpekê vir ve dibeje ku hejmara pêketîyan û mirîyan zêdetir e û helwesta hikûmetê ya hember korona rexne dike.

Koca gotibû ku heta niha 7,428 xebatkarên tendirustîyê bi vîrusa korona ketine, lê di vê pêvajoyê de wan jibo xebatkarên tendirustîyê hemî tiştên pewîst kirine.

Seroka Sendîkaya Kedkarên Tendirustîyê (SES) Gonul Erden jî dîyar kir ku li nexweşxaneyan hîn pirsgirêka kêmasîya materyalên parastinê jibo xebatkarên tendirustîyê didomin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan careke din jibo 1 û 3’e Gulanê qedexeya derketina derve ragihand.

Lê bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu careke din dibêje ku li gor mirovên zanistîyê divê qedexeya derketina derve herî kêm 14 rojan bidome.

MEB_30_04_2020_Korona
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:42 0:00

XS
SM
MD
LG