Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kalin: Tirkîyê Dê Derîyê Sînor yên bi Bakurê Îraqê Bigire


Îbrahîm Kalin, berdevkê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê got ku Tirkîye di çarçoveya kordînasyona bi hikûmeta Îraqê û Îranê de, wê derîyên sînor li Bakurê Îraqê bigire.

Kalin da zanîn ku girtina derîyên tixub wek bersîvdana referanduma serxwebûnê ya herêma Kurdî li Îraqê tê dayîn.

Li ber e, Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim roja Yekşemê serdana Bexda bike û bi hevtayê xwe Heyder Abadî re bicive.

XS
SM
MD
LG