Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Girjîyên li Ser Sînorê Tirkîyê û Herêma Kurdistana Îraqê


Girjî li herêmên sînorî yên di navbera Tirkîyê û Herêma Kurdistana Îraqê de careke din bilind bûye, piştî Tirkîyê meha Nîsanê operasyoneke leşkerî ya nû li dijî gerîlayên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) destpê kir.

Roja Şemîyê wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku gerîlayên PKK'ê li devera Amêdîyê 5 pêşmergeyên wan kuştin û 7 jî birîndar kirin.

Tirkîyê heman rojê êrîşeke esmanî bir ser Kampa Mexmûr ya penaberan û di encamê de 3 sivîl kuştin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan got ku ewê nehêlin PKK'ê Kampa Mexmûr ji xwe re wek helîneke terorê bi kar bîne.

Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield helwesteke tund di vê derbarê de nîşan da û got ku êrîşkirina sivîlan li Kampa Mexmûr ew binpêkirina yaseya navnetewî û mirovahîyê ye.

Berê van girjîyan li ku ye û rêyên çareserkirina wan çi ne?

Kurdên Sûrîyê, ku partîyên wan yên rikeber hewla gihîştina rêketinekê didine, çawa li van gijîyan û bandora wan li ser Bakur û Rojhilata Sûrîyê temaşe dikin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Dr. Hawar Nêrweyî, mamosteyê zanîngehê li Herêma Kurdistana Îraqê û Kadar Pîrê, rêvebirî rêxistina Kurd Bê Sînor ku li Fransa dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin:

Hest û Helwest 6/8/2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:16 0:00

XS
SM
MD
LG