Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sedemên Krîza Aborîya li Tirkîyê Çi Ne?


Krîza sîyasî û aborî ya di navbera Amerîka û Tirkîyê kûrtir dibe. Piştî Washingtonê li ser Tirkîyê bacên gumrukê ji bazirganîya berhemên alamînyum û pola yên Tirkîyê zêde kirin, Enqerê jî gaveke wiha avêt.

Tirkîyê jî bi biryara Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser gelek berhemên bazirganîyê yên Amerîkî bacên gumrukê zêde kirin.

Erdogan îdîa kir ku di ketina nirxa lîraya Tirkî de, plana erîşê ya dijberên wan hene. Wî bang li karsazan kir ku li hember êrîşa aborî hilberandina xwe zêdetir bikin û ji vî şerî bi serketî der kevin.

Herwiha, Erdogan dolar wek amûrê zordestîyê dibîn û dixwazê êdî jibo bazirganîya navneteweyî ji lîrya Tirkî were karanîn.

Lê, gor daneyên Sazîya Îstatîstîk ya Tirkîyê (TUÎK) ev yek ne pêkan e, jiber ku Tirkîye di van şeş mehên pêşîn yên îsal de bi bazirganîya derve de % 52 bi dolaran, % 40 ji bi euro hatiye kirin. Jiber vê yekê xwesteka bikaranîna lîra di bazirganîya derve re niha gelek dijwar e.

Tirkîye % 80 pêdivîya enerjîya xwe ya neft û gazê ji Rûsya û Îranê dikire û peymana di navbera van dewletan de ji bi dolar e. Dîsa, Çîn ji li ser dolaran berhemên xwe difroşe Tirkîyê.

Serokê Komela Nûçegîhanên Aborî (EMED) Turgay Turker dîyar kir ku Tirkîyê heta niha ti peymanên jibo bazirganîya navnetewî bi lîra îmza nekiriye.

Turker jibo têkîlîyên bazirganî yên di navbera Rûsya û Tirkîyê de ji wiha got:

"Tirkîye, di bazirganîya navnetewî de dolaran bikar tîne. Hemû peymanan di navbera her du welatan de li ser dolaran dimeşe. Petrol û gaz ji bi dolaran de tên kirîn. Gelo karanîna pereyên xwe dê bikarin bazirganîyê bikin? Piştî vê seatê jibo her du welatan ji ev rîsk e. Rûsya wê qebûl nake.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00

XS
SM
MD
LG