Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Çawa Dikare ji Krîza Aborî Derkeve?


Li Tirkîyê bilindbûna dolar û euro ya hember lîraya Tirkî, enflasyon bilind dike û deynê derve yê welêt giheştiye 466 mîlyar dolaran. Enflasyona meha Tîrmehê nêzîkî % 16’a ye.

Tirkîye, herçiqas bi projeyên mezin dixwaze vê yekê veşêre ji li gor aborîzanan rewş ne wisa ye. Disa bi krîza sîyasî û aborî ya di navbera Tirkîyê û Amerîka de, rewşa aborî gelek xirabtir bû

Hefteya borî parlementerê HDP’ê yê Entabê (Dîlok), Prof. Mahmut Togrul ji kar derxistina 1309 karkeran anî rojeva Parlemena Tirkîyê.

"Dema em li wan şîrketan dinerin ku karkeran ji kar derdixin, em dibînin ku 500 kompanîyên ji hela aborîyê de pêşeng in. Di nav civakê de tê axaftin ku piştî cejna qurbanê ji kar derxistinên girseyî dê pêk werin.”

Tirkîyê firotinên derve piranî bi euro û kirîna pêdivîyên xwe ji piranî bi dolaran dike. Tirkîye, Rûsya, Îran, Hîndistan, Çîn jibo "bazirganîya bê dolar” xebatan dimeşînin.

Weke din, Tirkîyê ligel Îran û Rûsya bi diravên neteweyî dest bi bazirganî kir û bi vê gavê dixwaze dirava xwe bi hêz bike.

MEB_08_23_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00

XS
SM
MD
LG