Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê 18 Kes jiber 'Pesandina Terorê' Desteser Kirin


Dîmeneke ku polîsên Tirk kesekî desteser dikin (Arşîv)
Dîmeneke ku polîsên Tirk kesekî desteser dikin (Arşîv)

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya îro Duşemê got ku 18 kes jiber parvekirinên ser medya civakî yên di derbarê operasyonên Tirkîyê de hatine desteser kirin.

Yerlîkaya dîyar kir ku ew 18 kes bi "pesandina rêxistina terorê", "propagandaya terorê" û "belavkirina agahîyên nerast," têne tawanbar kirin.

Wî herwiha da zanîn ku jibo 19 kesên din yên li Tirkîyê jî biryara desteserkirinê hatiye dayîn û di derbarê 133 kesên li derveyî welêt jî bi heman tawanan lêpirsîn destpê kiriye.

Çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 12’ê Rêbendanê de êrîş birin ser hezên artêşa Tirk yên li Herêma Kurdistana Îraqê û li gor ragihandina Enqerê, 9 leşkerên Tirk kuştibûn.

"Hêzên me wek bersîvdana wê êrîşê roja Înê li Îraq û Sûrîyê 78 armanc têk birin û 77 terorîst kuştine," Wezareta Berevanî ya Tirkîyê îro ragihand.

Bi alîyê din ve, PKK jî îro got ku di pevçûnên roja 12’ê Rêbendanê de 61 leşkerên Tirk hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG