Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Operasyona KCK'ê de 90 Kes Hatin Desteser Kirin


Piştgirên HDP'ê li Amedê desteserkirina hevalên xwe protesto dikin
Piştgirên HDP'ê li Amedê desteserkirina hevalên xwe protesto dikin

Di çarçova lêpirsîna Serdozgerîya Amedê ya operasyona bi navê Komên Civakên Kurdistanê (KCK) de, li neh bajaran gelek sîyasetvan, bizavkar û rojnamevan hatin desteser kirin.

Walîtîya Amedê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna KCK’ê de li 9 bajaran, li 183 navnîşanan 90 kes hatine desteser kirin.

Hevserokê HDP'ê ya Amedê Şerîf Camcî, rojnamevan Abdurrahman Gok, Esra Solîn Dag, Semîha Alankuş, Kîbrîye Evren, Cîhan Ulmez jî di nav wan de ne.

Bajarên ku operasyon çêbûn Amedê, Stenbol Wan, Şirnex, Ruha, Mersîn, Batman, Mêrdîn e û di derheqa151 kesan de lêpirsîn hatiye destpê kirin.

Serdozgerî di daxuyanîya xwe de îdia dike ku ev kesên hatin desterkirin di xebatên KCK’ê yên warê jin, ragihandin, rêvebiriya herêmî, çand û huner, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), partîyên sîyasî de erkdar in.

Di daxuyanîyê de hatiye îdia kirin ku kesên desteserkirî bi fermana rêberê KCK’ê li ser navê rêxistinê li wan bajaran xebatan dikin.

Musa Farisogullari
Musa Farisogullari

Parlamanterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari dibêje ku bi van operasyonan dixwazin polîtîkaya çokdanînê li ser Kurdan ferz bikin.

Farisogullari bal dikşîne ku ser hilbjartinên herêmî û dibêje ku dixwazin HDP’ê li dervê qada sîyasetê bihêlin.

Farisogullari hêzên navnetewî jî rexne dike û dibêje ku jibo berjewendîyên xwe li hember operasyonên li dijî desteketinên Kurdan bêdeng dimînin.

KHF_10_09_2018_KCK
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:50 0:00

XS
SM
MD
LG