Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêkolîneke Nû Nîşan Dide ku Pirsgirêka Serekî ya Tirkîyê Aborîya Xirab E


Li gor rapora kompanîya Lêkolînên Sosyopolîtîk pirsgirêka serekî ya Tirkîyê rewşa xirab ya ekonomî ye.

Endamên kompanîya lêkolînê li 21 bajaran bi 1937 kesar re rûbirû axifîne.

Li gor encamên lêkolînê, ji sedî 31 dibêjin ku pirsgirêka serekî ya Tirkîyê ekonomîya xirab e û ji sedî 20 jî bawer dikin ku pirsgirêka Kurd kêşeya herî girîng e.

Kurd, ji sedî 13 jî dibêjin ku sîstema serokomarîyê ye.

Li gor dengdêrên AKP'ê û CHP'ê, pirsgirêka binewhîn ya Tirkîyê aborîya xirab e.

Dengdêrên HDP'ê jî hizir dikin ku kêşeya Kurd pirsgirêka serekî ya Tirkîyê ye.

Li gor beşdarên lêkolînê, ji sedî 27 bawer dikin ku PKK dest ji çekan berda pirsgirêka Kurd çareser dibe. Ji sedî 24 jî dibêjin ku aştî çêbe çareserî pêkan dibe.

Ji beşdaran, 13 ji sedê bawer dikin ku ger hikûmet polîtîkayên çareserîyê bixe merîyetê pirsgirêka Kurd çareser dibe.

KHF_11_07_2019_Sosyp_Polîtîk
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:22 0:00


XS
SM
MD
LG