Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zîver Ozdemir Behsa Rola Tirkiyê li Lîbya Dike


Zîver Ozdemir
Zîver Ozdemir

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di van rojên borî de, bi riya telefonê li gel serokê Amerîka Donald Trump û serokê Rûsya Vladimir Putin, rewşa dawiya Lîbya gotûbêj kir.

Tirkiyê piştgiriya Hikûmeta Rêkeftina Niştimanî ya Lîbî dike li dijî hêzên Artêşa Niştimanî ya Lîbî bi serkirdayetiya general Xelîfe Hefter.

Tirkiyê daxwazê ji Amerîka dike ku roleke çalaktir li Lîbya bilîze.

Civaka navnetewî pênasînê bi Hikûmeta Rêkeftina Niştimanî ya Lîbî dike, di demekê de ku Rusia û Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî û Misrê piştgiriya Artêşa Niştimanî dikin.

Artêşa Niştimanî bang li artêşa Mirsê dike ku bi awayekî rasterast destêwerdanê li Lîbya bike li dijî hêzên Tirkiyê li wir.

Parlemanterê Partiya Dad û Pêşvebirinê li Batmanê Zîver Ozdemir di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa van pêşketinên dawî kir.

Ozdemir dibêje Lîbya welatekî girîng e ji bo Tirkiyê ji ber nêzîkbûna wê ji hin welatên Ewrupî û Tirkiyê dixwaze roleke diyar li wir bilîze.

Wî behsa destêwerdana Tirkiyê di Sûriyê û Îraqê de kir û got Tirkiyê naxwaze ziyanên ku li wan welatan dîtî li Lîbya bibîne bê ku tiştekî bike.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke

Hevpeyvîna Zîver Ozdemir
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:15 0:00

XS
SM
MD
LG