Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Mayînan di Nav 26 Salên Borî de 6360 Kes Kuştin


Li Tirkîyê pirtir ji pênc mîlyon kes kêmendam in. Loma di ‘Roja Cîhanê ya Kêmandaman’ de însîyatîfa 'Hewildana Tirkîyeyeke Bêmayîn' derbarê seqetîyên jiber teqîna mayînan de daxuyanîyek weşand.

Rêvebira Hewildana Tirkîyeyeke Bêmayîn Muteber Ogreten got ku mayîn bi serê xwe xeterîyeke mezin e jiber ku mirovan dikuje yan seqet dihêle.

“Di sala 2017'an de li welatên ku şer û pevçûn hene, hem jiber mayinan, hem jiber peqemenîyên bermahîyên şer 2793 kes hatine kuştin, 4431 kes jî birîndar bûn ku ji sedî 76'ê mirîyan sivîl in,“ Ogreten got.

Tirkîye di nav salên 1950-1998'an ji mîlyonek zêdetir mayin di erdê de danî. Ji sala 1984’an heta 2010'an 6360 kes jiber peqînên mayinan jîyana xwe jidest dan, 5091 kes jî birîndar bûne yan seqet mane.

Tirkîye di sala 2004'an de Peymana Ottowa îmza kir û soz da ku ewê erdê xwe ji payinan paqij bike, lê di nav 14 salan de tenê 35127 mayînên antîpersonel û 997 mayînên antîtank hatine tune kirin.

KHF_12_03_2018_Landmines
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:23 0:00

XS
SM
MD
LG