Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Nirxê Dirava Bîyanî Daket Lê Buhayê Tiştan Wek Berê Bilind Ma


Li ser daxuyanîya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dolar ji 18 lîrayê daket heta 13 lîrayê, lê di bihayên tiştên bazarê de daketin çênebûn.

“Em alternatîfeke fînansê ya nû pêşkêş dikin. Heke yên ku dixwazin danheva diravan bikin û di qûrê de bilindî bibe emê van kêşeyên hemwelatîyan dabin bikin,” Erdogan di 20 Berfanbarê 2021’an de got.

Piştî van gotinên Erdogan, di heman rojê de dolar ji 18,35 lîrayê daket 14,27 lîrayê û heman daketin di Euro de jî çêbû.

Wezîrê Malîyê û Xezînê Nurettîn Nebatî jî got ku ewê nirxê lîrayên hemwelatîyên yên di bankê de ye, li hemberî diravên bîyanî biparêzin.

Daketina dolar li Tirkîyê rojev bi tevahî guhert û niha çavê hemî welatîyan li ser buhayên tiştan e, wê daketine çêbe yan na?

Lê pisporên aborîyê radigîhînin ku heta 5- 6 mehan, di buhayan de wê daketinek çênebe. Sedema wê jî yên ku tiştan difroşin li gor nirxê berê kirîne û ew heta ew tişt dawî nebin, ew nikarin buhayê tiştan bînin xwarê.

Aborîzan Mahfî Egîlmez ev yek wek bilindbûna rêjeya faîzê ya nerasterast dîyar kir.

“Nirxê diravên bîyanî 40 ji sedê zêde bûye û ger faîz 14 sedê be, di navberê de 26 puan dê were dayîn,” Egîlmez dibêje.

Prof. Dr. Yalçin Karatepe yê ji Zanîngeha Enqerê jî vê daxistina qûrê bi awayekî demki dibîne.

“Zêde kelecanî nebin. Ji niha pê ve, ewê bonûsên bi pereyên bîyanî yên îndekskirî bifroşin. Bi rastî, ev faîzeke veşartî ye.”

Opozîsyon li hemberî daxistina dovîz bi baldarî nêzîk dibe. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu dîyar kir ku jibo perya ku ne di xezîneyê de ye, garantî dane û faîzeke sergirtî bi kar anîne.

“Zêdekirina buhayê tiştan wek baranê dibare, heke hun bilinbûna nirxê dirava bîyanî di cî de nikarin bisekinînin, wê gavê li wî welatî pirsgirêk heye,” Kiliçdaroglu got.

Aborîzan dibêjin k uku piştî daxistina dovîzê bala gel jî niha li ser daxistina enflasyonê ye û ger ew jî wek diravên bîyanî danekeve, wê gavê buhabûna tiştan dê berdewam bike.

ED_22_12_2021_Daketina_Dolar
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:36 0:00

XS
SM
MD
LG