Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Mûçeya Nû ya Xebatkaran Dibe Armanca Rexneya Sendîkayan


Li Tirkîyê mûçeya herî kêm ya xebatkaran bê qutî 3.577 lîra, bi qûtî jî wek 2.825 lîra û 90 quriş hate dîyar kirin.

Li gor vê biryarê, dema kesek bixebite ew dê herî kêm 2.825 lîra qezenc bike û mûçeya nû wê di 1 Rêbendanê 2021an de têkeve jîyanê û heta salekê bidome.

Sendîkayan dixwest ku mûçe ji 3 hezar lîra zêdetir bibûya. Sendîkaya DÎSK’ê 3.800 lira û TURK-ÎŞ’ê jî ji 3 hezarî zêdetir daxwaz kiribû.

Tê ragihandin ku ji 10 mîlyon kes li Tirkîyê bi wê mûçeyê dixebitin û aborîzan ew yek gelek kêm dibînin.

Siddik Akin
Siddik Akin

Rêvebirê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirustîyê (SES) Mehmet Siddik Akin rexne li biryarê digire û dibêje ku ew xebatkaran birçî dihêle.

“Îro li Tirkîyê jibo malbateke 4 kesî sînorê birçîbûnê 2570 lîra ye, sînorê xizanîyê jî 8198 lîra ye. Wê gavê kî dikare bi vê diravê dabara xwe bîne?”

Akin bawer dike ku hejmarên enflasyonê yên hikûmetê rastîyê dîyar nakin.

“Hikûmet rastîya reqemên enflasyonê naweşîne. Mînak ez îro çûm min tişt kirî. Li gor çend meh berê her tişt du qat buhatir bûye. Hikûmet wekî ku her tişt normal e dike, lê ev ne rast e.”

ED_29_12_2020_Mûçeya_Xebatkaran
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:50 0:00

XS
SM
MD
LG