Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Tirkîyê di 1’ê Cotmehê de bi Rojeveke Dagirtî Vedibe


Meclîsa Tirkîyê bi awayekî fermî di 19 Tîrmeh 2019 an de dest bi bênhvedanê kiribû. Li gorî Rojnameya Resmî meclîsa Tirkîyê wê di 1 Cotmehê roja Sêşemê saet 15:00 an de vebe û bicive.

Di pêşîya parlamanê de gelek babetên sext disekinin. Vana Asêbûna Temen ya Malnişînî (EYT), efû, daxistina cezayê, zîyanîya qidemê û paketa nû ya darêsîyê ye.

Di nav wana de ya herî balkêş paketa nû ya Darêsîyê derdikve pêş. Di 2’yê Îlonê vekirina sala dadmendîyê de Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li ser vê paketê dûr û dirêj rawestîyabû. Li vê derê hatibû dîyarkin ku xeyrî Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) wê bi hemû partîyên ku di meclîsê de ne hevdîtin çêkin û pêk ve bînin parlamantoyê.

Paketa Nû ya Darêsîyê rojên çûyî Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Gel ya Komarî (CHP) pêkve nîrxandibûn. Berî ku meclîs vebe her du partî wê careke din bên ba hev û nîqaş bikin. Heke tiştekî derasayî çênebe wê di 1 Cotmehê de jî vê paketê pêşkêşî serokê parlamantoyê bikin.

HDP her çiqas pêwîstî bi zagoneke bingehîn bibîne jî, ev şêvazê ku desthilatî û opozîsyon bê HDP birêve dibe bi tundî rexne dike.

Parlamanterê HDP yê Amedê Îmam Taşçier, ragihand ku heke HDP di nav van xebatande cî negre wê paketeke pûç derkeve. Taşçier nêrînê xwe wiha dîyar dike:

“Em li parlamantoyê sêyemîn partîya mezin in û mebji mîlyonan deng wergirtine. Dema li Tirkîyê zagonek bê çêkirin û HDP di nav vêderê de nebe, gelo wê gavê vîna gel nayê çewsandin. Jibo vî jî hem desthilatî û hem jî opozîsyon gerek baş bizanibe ku bê HDP paketa dadrêzîyê jî wê kêşa Tirkîyê çareser neke.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:59 0:00


XS
SM
MD
LG