Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Hin Mizgeft ji Nimêja Girseyî re Tên Vekirin


Tirkîyê îro Înê piştî navberek zêdetirî du mehan, li hinek mizgeftan nimêja girseyî destpê kir ku Enqere ji heyamekê vir ve bergirîyên dijî koronayê sist dike.

Tirkiyê nimêj rawestandibûn, hatûçû sînor kirîbûn û firoşgeh û xwaringeh girtîbûn. Lê hikûmet jiber kêmbûna hejmara pêketî û mirinan bergirîyan sist dike.

Nimêjên ku 16’ê Adarê hatibûn rawestandin, li gor rêbazên nû îro destpê kirin. Armanca rêbazên nû kêmkirina metirsîya pêketîyan e û nimêj dê tenê li dervayê hinek mizgeftan were kirin, rêvebirîya karûbarên olî, Dîyanetê got.

Di destpêkê de, tenê jibo rojên Înê nimêja nîvro dê destûr were dayîn û nimêjker dema nimêjan dikin divê maskan bi kar bînin.

“Divê herkes secadeya xwe bîne yan jî li mizgeftan secadayên ku tenê carekê bi kart tê dê werin dayîn. Hejmara nimêjkeran dê were sînor kirin û erdê nimêjê jî dê were nîşan kirin ku dûrketina civakî were mîsoger kirin,” Dîyanetê got.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku ayetên Quranê dê roja Înê, jibo bîrînana destxistina Stenbolê ya di sala 1453’an de, li dêra Aya Sofya werin xwendin.

UNESCO, Aya Sofya wek şûnwareke Mîrateya Cîhanê bi nav kiribû, lê Erdogan, sala borî gotibû ku ewê wê dîsa veguherînin statûya berê û bikin mizgeft.

Hêjayê bîrxistinê ye ku Aya Sofya 900 salan dêra bingehîn ya Krîstîyanan bû, berî ku ew bo 500 salan bûbû mizgefta herî mezin ya Misilmanan. Hikûmeta Tirkîyê ew di sala 1935’an de zivirandibû muzexanê.

XS
SM
MD
LG