Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîye Êdî Sîstema Serokatî Destpê Dike


Li Tirkîyê do Çarşemê, jibo ku welat derbazî sîstema hikûmetê ya seroktîyê bibe, Biryarnameyeke taybet ya bi Desthilata Qanûnê (KHK) hate derxistin û ew di rojnameya fermî de hate weşandin.

Bi vê Biryarnameya bı Desthilata Qanûnê hin erk û berpirsîyên ku di destê rêvebirîya wezaretan de ne, ji posta serokomarî re hatine veguhastin.

KHK’ya bi jimara 477 dema roja serokomar sond bixwe û dest bi kar kir bike, destpê dike û bi vî awayî wê hikûmeta nû ava dibe.

Di sîstema nû de, posta serokwezîrîyê tê rakirin û desthilata hemî rêvebirîyê di destê serokomar de kom bibe.

Serokomar wê hem bibe serokê hikûmetê û hem ji bibe serokê dewletê.

Serokomar dê bikaribe cîgirên xwe, wezîran, endamên dadgeha qanûna bingehîn û burokratên payabilind ji destnîşan bike.

Dîsa, amadekirina budceyê û rêkirina jibo parlemana Tirkîyê jî dê di bin desthilata serokomar de be.

Ger parlemento pêşnîyara budceya ya serokomar red bike, budceya sala berê dê di hêzê de bimîne.

Di vê biryarnameya dawîn de, avakirina wezaretan û plana rêxistinî ya nû dê were dîyar kirin û pişt re wezîrên nû wê bêne hilbijartin

Di çarçoveya nû de, sereastkirina wezaretan jî pir girîng e. Bi vî awayî, serokwezîrî û pênc cîgirên serokwezîr têne rakirin.Hejmara wezîran ji 26’an dikeve 16’an û navê hinek wezaretan tên guhertin.

Hejmara wezaretên têkildarî aborî jî ji şeşan dikeve sêyan. Çar ofîsên ku bi hemû wezaretan bixebite û rasterast bi serokomar ve girêdayî be, tên ava kirin.

Ev ofîsan bi navê "Ofîsa Karûbar, Buroya Çavkanîya Mirovan, Ofîsa Veguherîna Dîjîtal û Ofîsa Remezanê ye. Bi van ofîsan tê xwestin ku Tirkîye baştir were nas kirin û bibe navendeke balkêş

Di sîstemê nû de, rêxistinên civaka sîvîl û zanîngeh ji di nav de 9 komîte tên afirandin û giredayî serokomar 8 serokatî hebin.

Serokatîya Genelkurmay, Seroktîya îstîxbarata neteweyî, Seroktîya Pîşesazîya Parastinê, Komîteya Ewlekarîya Netewî, Seroktîya Karûbarên Olî, Rêvebirîya Çavdêrîya Dewletî, Seroktîya Ragihandinê, Seroktîya Stratejî û Budceyê.

Jiber vê yekê, navê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MIT) di sîstema nû de dibe "Seroktîya Rêxistina Îstixbaratê.

Karbidestên seroktîyan ji dikevin bin kontrola serokomar û karmendên giredayî serokwezîrî û wezaretên girtî, tev li tîma serokomar dibin.

Di sîstemê nû de, erk û karên walî û şaredaran ji tên nirxandin û li gor vê, desthilatdarîya navendî tê betal kirin û walîtîyan êdî serokomar temsîl dikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00

XS
SM
MD
LG