Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Parlamanterê Berê Yildirim û Serokê Berê yê BDP'ê, Yuksek Dixe Nav Lista Terorê


Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê berîya çend rojan ‘Lîsta Sor ya Terorê’ nû kir û navê du sîyasetvanên Kurd di lîstê de zêde kirin.

Nadîr Yildirim
Nadîr Yildirim

Yek ji wan kesan, parlamenterê bere yê HDP’ê Nadîr Yildirim e û yê din jî hevserokê bere yê Partîya Heremên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek e.

Wezaretê jibo girtina kesên di lîsta sor de 10 mîlyon lîra wek xelat diyar kiriye.

Her du sîyasetvan jî ji dozên KCK’ê de hatibûn dadgeh kirin û gelek salan li zindanê mabûn. Lê jiber ku cezayê wan hatibû erê kirin ev çend berê çûbûn Ewrupa û niha jî li wirê dijîn.

Kamuran Yuksek
Kamuran Yuksek

DBP’ê biryara wezaretê bi daxuyanîyeke nivîskî şermezar kir.

''Li ser Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylu, jiber tawanên Sedat Peker Gumanên mezin çêbûne. Şûna ku ew dijî wan tawanan bersîvên zelal bide, ew êrîşan li ser Kurdan û sîyasetvanên wan girantir dike.''

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir ji Dengê Amerîka re biryara wezaretê nirxand û got ku di nava şeş salên dawî de bi hezaran rikeber mecbur man ku derkevin derveyê welêt.

“Birêz Yildirim û Yuksek jiber ku sîyaseta demokratîk dikirin bûn hedef. Em dizanin ku hikûmet jibo girtina ser pirsgirêkên navxweyî, sîyaseta me dike armanc, lê jibo me ti wateya lîsta wan tuneye. Ew bi van lîstên terorê dixwazin sîyaset û sîyasetvanên Kurdan tawankar bikin.''

Hêjayî gotinê ye ku di malpera Wezareta Karê Hindur yê Tirkîyê de pênc beşên lîstên terorê hene ku lîsta sor de endamên rêvebirîya PKK’ê, Cemîl Bayik, Murat Karayilan, Alî Haydar Kaytan û herwiha navên Mazlum Kobanî, Salih Mislim û Zubeyîr Aydar jî hene.

KHF_06_01_2021_Lîsta_Sor
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:50 0:00

XS
SM
MD
LG