Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Dibêje Qedexeya Hevdîtinê ya bi Ocalan re Hatiye Rakirin


Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamît Gul îro Pêncşemê got ku wan qedexeya hevdîtinê ya bi rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re rakiriye.

"Biryara qedexeya dîtina Ocalan hate rakirin û rê li ber serêdanên di demên pêş de hate vekirin," Gul di programeke televîzyonî de ji nûçegîhanan re got.

Ocalan ji sala 1999’an vir ve li zindana Girava Îmrali ya nêzî Stenbolê tê girtin û parêzerên wî cara yekê piştî 8 salan, du hefte berê karîbûn serdana wî bikirana.

Ocalan damezrenerê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye ku ji sala 1984’an vir ve dijî hikûmeta Tirkîyê şer dike.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) dibêje ku nêzî 3,000 kes ku piranîya wan girtîyên sîyasî ne, tev li greva xwebirçîkirinê ya parlamanter Leyla Guvenê bûne ku qedexeya ser Ocalan protesto bikin.

Hin nayê zanîn ku bi vê daxuyanîya hikûmeta Tirkîyê, ev grevên berdewam bi dawî werin yan ne.

XS
SM
MD
LG