Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Bang li Welatên Misilman Kir ku Balyozxaneyên Xwe Veneguhezin Orşelîmê


Tirkîyê îro Înê du civîna Rêxistina Hevkarîya Îslamî (OIC) bang li dewletên Misilman kir ku nehêlin welatên din wek Amerîka, balyozxaneyên xwe li Orşelîmê vekin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan banga pêkanîna civînê li Stenbolê kiribû, piştî ku hêzên Îsraîlî bi dehan xwepêşanderên Fîlîstînîyên kuştibûn ku vekirina balyozxana Amerîkî li Orşelîmê protesto dikirin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu di civînê de got ku ewê ti car nehêlin ku statuya dîrokî ya Qudsê were guhertin.

“Emê pêgirîya xwe ya ser rewşa doza Fîlîstînîyan zelal bikin û rê nadin ku statuya dîrokî ya Qudsê were guhertin. Divê em pêşî li welatên din bigirin ku kiryara Amerîka ya veguhastina balyozxanê dubare nekin, Çavuşoglu got.

XS
SM
MD
LG