Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên Sîyasî li Enqerê Cejna Hevdu Pîroz Kir


CHP and HDP delegations meet for eid celebration
CHP and HDP delegations meet for eid celebration

Navendên partîyên sîyasî li Enqerê Cezna Ramazanê û Cejna Qurbanê ya hev û din her sal wek kevneşopîyeke pîroz dikin.

Ev sal jî di roja duyê de partîyên sîyasî cejna ramazanê li hevdu pîroz kirin.

CHP’ê pêşwazîya Partîya Baş, Partîya DEVA, Partîya Saadetê, Partîya Dahatû, Partîya Demokrat û HDP’ê kir.

HDP’ê jî hem li navenda xwe ya giştî pêşwazîya partîyên sîyasî kir û hem jî serdana Partîya Dahatû, Partîya DEVA, Partîya Sadetê û CHP’ê kir.

Lê, di navbera HDP’ê û Partîya Baş û Partîya Demokrat de pîroz bahî nehat çêkirin.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu telefona Serokomarê berê Necdet Sezer, Abdullah Gul û 7 serokên opozîsyonê; Pervîn Buldan, Mîthat Sancar, Ahmet Davutoglu, Alî Babacan, Meral Akşener, Gultekîn Uysal û Temel Karamollaoglu kir û cejna wan pîroz kir.

Alozîya di navbera desthilatîyê û opozîsyonê de di pîrozbahîya cejnê de jî xwe domand. AKP, MHP û BBP’ê serdana hev kirin, lê bi partîyên opozîsyonê necivîn û cejna wan pîroz nekirin.

Di peyamê cejna ramazanê de desthilatîyê bi tundî opozîsyon rexne kir, ji rexneyan jî derbaz bû û heqeret hate kirin.

Ji desthilatîyê Serokê Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan yê Meclîsê Hakan Çavuşgolu, bajarvanê Stenbolê yê CHP’ê Ekrem Îmamoglu û Cîgirê Gruba CHP’ê Ozgur Ozer armanc girt û bi tundî heqeret kir.

Alîkarê Partîya Dahatû Serap Yazici serdana HDP’ê kir. “Em jibo ku aştî û aramî were Tirkîyê hatin damezirandin. Lê, îro em dibînin ku di her warî de pirsgirêk hene. Em niha jibo Peymana Stenbolê û Tirkîye bibe dewleteke hiqûqê têkoşîn didin,” Yazici got.

HDP’ê hem di serdanê de û hem jî di pêşwazikirina partîyên sîyasî de herî zêde ev cejn wek armanceke aştîyê nîşan da. Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu jî li ser têkoşîna HDP’ê rawestîya û hesta xwê wiha anî ziman:

“Em bi salan e ku dijî tundîyê têdikoşîn. Bi ya me ev welat tenê bi têkoşîna jinan dikare bibe welatekî demokratîk. Pêdivî ye ku di nav gel de lêgerîna bidestxistina maf pêşkeve.”

ED_04_05_2022_Serdan_Partîyên_Sîyasî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00

XS
SM
MD
LG