Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Korona li Parlamana Tirkîyê jî Belav Dibe


Li parlamana Tirkîyê hata niha 43 kes bi nexweşîya Covîd-19 ketine ku di nav wan de 11 parlamanter jî hene.

Cigirê Serokê Giruba AKP’ê Emîn Akbaşoglu ji di nav nexweşên Covîd-19 de cî digire û jimareke parlamanter niha li nexweşxanê bin tedawîyê de ne.

Di destpêka meha Hezîranê de bergirîyên nexweşîya Covîd-19 li Tirkîyê hatibû sist kirin.

Heta niha li Tirkîyê li ser nêzîkî 5 mîlyon kesan testên Covîd-19 hatine çêkirin. Di nav kesan de 235 hezar kes bi nexweşîya korona ketine û ji wanî 5,765 kes jî mirine.

Wezerata Tendirustîyê dibêje ku Tirkîye ber bi normabûnê ve diçe, lê gelek kes wek wezaretê temaşe nakin. Li gor hin zanyarîyan Stenbol, Enqere, Konya, Îzmîr, Amed di serî de, hejmarên mezin yên nexweşîya korona tên dîtin.

Parlamantera HDP’ê ya Amedê Dr. Semra Guzel dibêje ku desthilata sîyasî hejmarên nexweşên Covîd-19 vedişêre û rastî nabêje.

“Wezareta Tendirustîyê di serî de hin tedbîrên pêşîgir girtin, lê di 1ê Hezîranê de ev bergirî jiber qeyrana aborîyê hatin rakirin. Îro em dibînin ku di hejmara nexweşên korona de zêdebûneke mezin heye. Lê, desthilatî jiber aborîyê wan paşguh dike.”

Li gor Guzel, Wazareta Tendirustîyê reqemên nexweş û mirîyên koronayê rast nabêje û vedişêre.

“Li Tirkîyê testê ku tên çêkirin mirov nikare pê ewle be. Jibo ku ev nexweşî bi test tenê dîyar nabe. Tesbîtkirina korona derbazkirina şend qonaxan pêwîst dike, ev jî gelek zehmet û buha ye. Hikûmet ji vê direve, loma jî rastîyan ji gel vedişêre.”

Guzel, derbarê kesên ku li nav parlamana Tirkîyê bi korona ketine, dibêje ku ew parlamanter her roj di nav gel de ne.

“Ev nexweşî di nav me de jî heye. Dema Wezareta Tendirustîyê bergirîyên korona sist kirin, ev nexweşî dîsa zêde bû û giheşt nav parlamantoyê jî. Em dizanin ku Cîgirê Serokê Koma AKP’ê û hin parlamanterên din piştî beşdarbûna nimêja Ayasofya bi vê nexweşîyê ketine.”

ED_08_05_2020_Semra_Guzel_Korona
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:42 0:00

XS
SM
MD
LG