Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Mijara Penaberan Germtir Dibe


Wezareta Hindur ya Tirkîyê, pênaberên Sûrî yên ku li bajarên din hatine tomar kirin û niha li Enqerê rûdinin wê ji Enqerê derxînîn û bişînin cîyê ku ew tomarkirî ne.

Rêvebirîya Giştî ya Koçberî ya Wezareta Hindur ragihand ku ew biryar di 2yê Îlonê de kete jîyanê.

Polîs niha li kolan û sûkên Enqerê nasnameyên pênaberan kontrol dikin û li nav malan digerin.

Ev mijar di rojeva sîyasetê de cîyekî girîng digire û di derheqa pênaberên Sûrî û yên Afqan de hem desthilatî hem jî opozîsyon gelek daxuyanî didin.

Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu got ku jibo pênaberên Sûrî vegerin welatê xwe, peymaneke nû bi Ewrupa re pêdivî ye.

“Em dixwazin ku pênaberên Sûrî bi awayekî ewle vegerin welatê xwe loma jî peymaneke nû hewce ye. Ev pirsgirêk her ku diçe mezin dibe. Êdî wek berê nabe. Wisa min biryar girt ku hin pere bidin Tirkîyê û bila ew pêşîya pênaberan bigire ev feraset ser nakeve.”

Şandina pênaberan di rojeva opozîsyona Tirkîyê de jî cîyekî girîng digire.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî got ku di desthilatîya wan de ewê pênaberên Sûrîyê bi def û zirneyan bişînin malên wan.

“Em ne nîjadperest in. Emê bi Ewrupa re bipeyîvin, lê berî her tiştî emê Sûrîyê bikin deverekî ewle û ew bi kêfxweşî bişînin malên wan.”

Di rojeva şîrikê Îtifaqa Gel ya Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) de jî ev babet hebû.

Cîgirê Serokê MHP'ê Îzzet Ulvî Yonter li ser pênaberên got ku koçberîya bêserûber, dagirkirineke demografîk e, lê hîn nav lê nehatiye kirin.

“Yên ku tên kî ne, di nav wan de kî hene? Li hêlekê yên Sûrî li hêla din jî yên ku jiber bûyerên Afqanîstanê tên vê derê, bêserûberîyek pêk anîne.”

ED_03_09_2021_Penaber_Sîyaset
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:02 0:00

XS
SM
MD
LG