Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Îsal Vedigere Perwerdeya Rûbirû


Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê radigihîne ku heta 11’ê meha Tebaxê nêzî 43 mîlyon kes vaksîna pîva yekê, 31 mîlyon jî vaksîna pîva duyê li xwe dane.

Lê, nêzî 41 mîlyon kes qet doza yekê ya derzîya dijî parastina korona nebûye û 53 mîlyon kesên din jî doza duyê li xwe nedane.

Pisporên saxlemîyê texmîn dikin ku li tevahîya Tirkîyê rêjeya lêdana pîva yekê ya vaksîna korona % 48,56 û pîva duyê jî %49 ,09 e.

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca berî çend rojan ragihand ku ewê îsal dest bi perwerdeya rûbirû bikin.

Koca da zanîn ku demsala xwendinê ya vê salê wê di 6’ê Îlonê de destpê bike.

“Ne pêkan e ku em dest ji perwerdeya rûbirû berdin û emê di hemû astan de wê yekê pêk bînin. Jibo ku êdî vaksîn heye şert û merc jî çi dibe bila bibe, emê xwendevanên xwe û malbatên xwendevanan biparêzîn. Di vî warî de emê hemî amadekarîyên xwe bikin û bê navber di her astê de perwerdeyê bidomînin."

Koca dîyar kir ku Desteya Zanistî ya wezareta wî hemî rêbazên xwe dîyar kirine û ew wan rêbazan bi Wezareta Perwerdeyê re gotûbêj dikin.

Bi alîyê din ve, Federasyona Futbolê ya Tirkîyê jî ragihand ku di demsala nû de tenê kesên ku vaksîna COVID-19 birine wê bikaribin têkevin stadyuman ku maçên futbolê temaşe bikin.

ED_12_08_2021_Perwerdeya_Rûbirû
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:36 0:00

XS
SM
MD
LG