Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçûnekê de 2 Leşkerên Tirk li Elihê Hatine Kuştin


Leşkerên Tirk di operasyonekê de li Şirnêxê (Arşîv)

Di pevçûnekê navbera artêşa Tirk û çekdarên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) de 2 leşker li Êlih (Batman) hatine kuştin.

Walîtîya Batmanê ji malpera fermî ragihand ku serê sibê, pevçûnek derket û du leşkerên Tirk di şer de birîndar bûbûn, li nexweşxanê jîyana xwe ji dest dan.

Walîtîyê di daxuyanîyê de dîyar kir ku pevçûn li herêma Kocabey ya Kumlupınar ya Hazo (Kozluk) ê çêbûye û di operasyonê de çekdarekî PKK’ê jî hatiye kuştin.

Li Hazo di 12’ê Tebaxê de jî bi peqîna bombeya li rê hatibû bi cîh kirin 2 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG