Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Divê Ermenî ji Axa Azerîyan Vekişin


Erdogan û serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev (Gulan 2020)
Erdogan û serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev (Gulan 2020)

Tirkîyê îro Înê got ku hewilên dawîkirina şerê li Nagorno-Qarabax dê serketî nebin, ger hêzên Ermenî ji wê herêmê venekişin.

Berdevikê seroktîya Tirkîyê Îbrahim Kalin got ku Enqere çareserîyeke dîplomatîk dixwaze, lê hewlên ji alîyê koma Minsk heta niha şerta vekişîna Ermenîyan danenîye.

“Ger ew tenê banga agirbestekê dikin û xebata wan jibo wê yekê, hîngê ewê dubarekirina heman tiştê 30 salên borî ye. Ti pêşnîyara ku tê de dawîkirina dagirkerîya Ermenîyan tunebe, wê serketî nebe,” Kalin di hevpeyvîna kanala Al Jazeera de got.

Tirkîye kontrola Ermenîyan ya herêma Qarabaxê şermezar dike û dibêje ewê heta dawîya piştgirîya Azerîyan bike.

XS
SM
MD
LG